Çirok
Reşide Değirmi – Ez ê Biteqim
Dapîra min, çar meh beriya mirina xwe kete nava nivînan. Êdî bi serê xwe nedikarî rabe û biçe destavê jî. Em heft kesên di malê de wekî xulam û xidaman heta êvarê li derdora wê digeriyan. Yekî av jê re dianî, yekî porê wê şeh dikir, yekî xwarina wê amade dikir… Her şev yekî ji me dibû nobedar, şevê sê caran hişyar dibû û wê dibir destavê.
Lê me çi bikira jî ber çavên dapîra min nedihat. Bi tu awayî ew razî nedibû. Di her tiştî de qisûrek didît û bêsedem li me diqîriya. Gava wê wusa dikir, bavê min çavên xwe li me dimicandin, yanî digot; dengê xwe nekin, hişê wê ne li serê wê ye. Helbet me li hemberî dapîra xwe bêsiyanetî nedikir. Xatirê wê li ba me gelek bû. Qasî diya min keda wê li ser me hemûyan hebû. Keda wê ne tenê li ser me, li ser hemû cîran û dostan jî hebû. Ji ber vê yekê, gava kete nav nivînan gelek kes pê heyifîn.
Rewşa dapîra min roj bi roj giran dibû. Lingên wê diêşiyan. Ji ber vê êşê hedara wê nedihat. Ji sibê heta derengê şevê nale nala wê bû. Diya min, ji bo ku sebra wê bê, nivînên wê di hewşê de danîbûn. Her roj çend kes dihatin malê halê wê dipirsîn. Dema mirov pê re diaxivî, kêfa wê hindekî xweş dibû. Lê ji ber ku sanciyên wê pir bûn, mêvan zû radibûn û digotin: “Bila ew îstirahetê bike.” Carina sanciyên wê wisa giran dibûn, qêrîn û hawarên wê digihişte erş û ezmanan. Wê gavê bavê min diçû, doxtor dianî malê. Derziyeke êşbir heta du-sê saetan wê rehet dikir. Lê paşê…
Televîzyona me jî di hewşê de bû. Dapîra min ji bilî qenala zarokan nedihêla em tu qenalan vebikin. Me ne fîlmek û ne jî nûçeyek temaşe dikir. Heta êvarê ji xêzefîlm û çîrokan pêştir tiştek din di televizyonê de tune bû. Tenê xwişk û birayên min ên biçûk ji vê rewşê razî bûn.
Rojeke tirseke ecêp dapîra min girt: Tirsa ava kel. Me tu mena neda vê tirsê. Dema ava kel didît, rengê wê sor dibû, şîn dibû, zer dibû. Te digot qey şûran li canê wê dixin. Gava di destê me de fincana çayê an jî ya qehvê didît, dijûn û nifirên dinyayê li me dikir. “Ji min dûr bikevin,Xwedê we biqehirîne, Xwedê we bistîne, hûn ê avê birijînin ser min. Hûn ê min bikujin.” digot. Heta hilma ser xwarinan jî jê re wekî xetereke mezin dihat. Êdî ne çaya germ ne jî xwarina germ dibire ber devê xwe. Carina nîvê şevê ji xewa xwe bi qîrîn hişyar dibû û bi hawar lavahî dikir: “Min bavêjin ava sar, min bavêjin ava sar!”
Piştî demeke wisa lê hat, êdî lihêf û betanî nediavêtin ser xwe. Digot: “Ev devê qazanê ne, qapaxê qazanê ne; hûn ê min bipijînin.” Rojekê gote min: “Min rake, ez ê binê cihê xwe binêrim. Ez dizanim we dar xistine binê cihê min, hûn ê agir pê bixin.” Li gorî wê, nivênen wê qazan bûn û me ew qazan dabû ser agir û me dê wê tê de bikelanda.
Ji ber sahma ava kel, êdî di mal de tu rehetî nemabû. Me nedizanî em ê çawa xwarineke bipêjin ku ew pê nehese. Gava me di mitbaxê de xwarin dipijand dengê kelîna qazanan diçûyê û mîna ku agir bi canê wê ketiye, ew wisa dilerizî. Rengê mazûvaniya me jî guherîbû. Me tenê fêkî an jî vexwarinên sar didan ber mêvanên xwe. Li ba me qedrê mêvanan her tim bi xwarin, çay an jî qehweyê dihate girtin. Loma me bi fedî lêborîna xwe ji mêvanan dixwest û rewşa dapîra min ji wan re vedigot.Carekê ez û xwîşka min a biçûk Zelal, li cem wê runiştibûn. Piştî ku nexweşiya wê giran bû,dapîra min carinan bi serê xwe diaxivî. Ji xwe re hevalên xeyalî çêkiribûn û bi wan re dikete dîvanê. Ez û Zelal me berê xwe dabû televîzyonê xêzefilîmek tamaşe dikir. Dapîra min jî bi yekî ji wan mirovên xeyalî re diaxivî. Digotê: “Ez ê werimim, werimim û biteqim. Mîna beqan.” Ez ji vê gotinê tu tişt serwext nebûm. Gava vê gotina xwe du sê caran dubare kir, min ji Zelal pirsî. Zelal jî got: “Di xêzefîlmê de wisa hatibû serê beqê reben. Belkî qala wê dike.” Min got: “Çi hatibû serê beqê?” Got: “Hinek kesan beqek avêtibûn di nav qazana ava sar û hêdî hêdî qazan dikelandin. Gava av kel dibû beq jî tê de hedî hêdî diwerimî û laşê wê mezin dibû. Di dawiyê de beq ji ber werimînê diteqiya û dimir.” Ev gotinên Zelal gelek tiştên di mejîyê min de ronî kirin. Dapîra min di bin badora vê çîrokê de mabû. Bawer dikir ku ew beqek e. Ji ber vê xwe ji ava kelandî diparast. Ji ber vê radibû û rûdinişt, digot: “Ez ê biteqim, ez ê biteqim!”
Tişta sosret ev bû ku te digot qey bedena wê avêtine nav ava birbirî wusa roj bi roj sor dibû û diwerimî. Dermanên doxtoran jî êdî fêde nedikir. Bi wê êşê bîst û çar saetan dikir qareqar. Her ku diçû aqilê wê jî kêm dibû û êdî wekî zarokekî çar salî difikirî. Carina lavahî li me dikir: “Êdî daran neavêjin binê kuçikê! Ez qurbana we bim, êdî bese!” digot.Wê şevê nobedara wê ez bûm. Şevê du caran hişyar bûm û min ew bir destavê. Gava roj derdiket ez dîsa rabûm, çûm hewşê da ku wê hişyar bikim. Her du dest û lingên wê vekirî, li ser doşekê xwe dirêjkir bû. Bedena wê wekî pîfokeke werimî bû. Min du-sê caran gazî kir, lê deng jê nehat. Ez çûm nêzîk, min destê xwe danî ser çoka wê ya werimî û hejand, ne dengek jê hat ne jî nîşaneyeke jiyanê. Çermê wê tîj tîj bibû. Hinekî din biwerimîba dê biteqiya. Min bi dengekî bilind bang li bavê xwe kir. Hemû malbat li ser serê min kom bûn. Bavê min çend caran ew hejand, çend caran lê bang kir, lê dîsa jî hişyar nebû. Dapîra min çûbû ber rehma Xwedê.
Li gorî wesiyeta wê, me bi ava cemidî ve meyîtê wê şuşt. Û dîsa li gorî wesiyeta wê, em neviyên wê hefteyê du rojan diçin ser tirba wê û mesineke ava cemidî bi ser axa wê de dikin. Me ev jî kire dor, her hefte yek ji me dibe nobedarê gora wê.