Connect with us

Çeviri Öykü

Eduardo Galeano – Destpêka Dîroka Hunerê

Ez bi Nicole û Adoum re şîvê dixwim. Nicole behsa peykersazekî biqabiliyet û navdar dike ku hev nas dikin. Peykersaz di kargeheke gir û fireh de ku zarok li dora wî kom dibin, dixebite. Hemû zarokên taxê hevalên peykersaz bûne.

Rojekê ji bo ku li qadeke bajêr deynin, şaredarî jê dixwaze ku peykerê hespekê çêke. Qamyon kevirekî granît yê qerase tîne û datîne kargeha wî. Peykersaz derdikeve ser nêrdewanekê û bi mûc û çakûçê xwe dest bi xeritandina kevir dike. Zarokan jî kar û xebata wî temaşe kirine.

Roj ji rojan çûne û zarok ji bo betlaneyê ber bi çiya û behran ve belav bûne. Piştî zarok vegeriyane peykersazê ku karê xwe qedandiye, peykerê hespê nîşanî wan daye. Zarokekî bi çavên matmayî jê pirsiye: “ê erê, lê te çawa dizanibû ku di hundirê vî kevirî de hesp heye

Çeviri: Reha Ruhavioğlu

Click to comment

Leave a Reply

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir