Küçürek Öykü
Ferhadê Mihemed – Tolhildan
Sala ku birayê cîranê me, Bekir hat kuştin ne, salek paşê, birayê wî Hemze, bi xwe çixura xwe avreşîn kir û sergînên xwe yên salê bi destên xwe çêkirin. Şevekê, bi nîvê şevê, di reştariya şevê de, bi dizî, ew sergînên ku wî çêkiribûn, bi sergînên paş gomê yên dijminên wan bûn, guhertin, ji wan sê kes di rojekê de mirin. Hemze tola xwe, bi sergînan hildabû. Nava her sergînekê, bi fişengên keleşê yên ku bi qasî tiliyekê dirêj bûn dagirtibû.